Em dikarin bi FairCoina xwe çibikin?

FairCoin bi bilindbûnê re pêşdikeve, xwe bi aboriya rastî re entegre dike û sûdên pratîkî dafirîne. Ew ne bes hêjmarên li ser şaşeyêne, ew amêreke ji bo anîna gelhev ya berhemhênerên bi qalîteyek bilind yên biyo û organîk yên  berheman, hunermendan û afirandkariyên din, bikarhênerên xizmetguzariya internetê, û kesên xwedan karê xwe yên dixwazin beşdarî marketa me ya dîjital ya ser internetê bibin û herwuha xwe bi dahatûya fînansî ya bi Banqa Hevbeşan re entegre bikin, xizmetguzariyek ser internetê ya ku amêrên pratîkî pêşkêş dike ji bo veguhestina derketina ji sîstema aboriya neolîberal me heye, û veguhêstina bo dahatûyek aboriya hêj pitir dadmend û bê dewlet li vê derê ye.  

Bi vî awayî, ger kesek pirs bike, ‘Gelo em dikarin bi FairCoinê xwe çibikin?’ bersiv hêsane:

Bi FairCoinê xwe em dikarin, di rastî de, derbê li sîstemê bidin. 

Ji bo em di nava rêberiya xizmetguzarî û berhemên xwe re derbaz bibin divê erdek aboriya mezin dibe bêt vekirin ango bi lez xwe ji bunyana monokultura kapîtalîzmê rizgar bikin. Pêşbirkê û îstismara li ser mirov û çavkaniyên xwezayî rê dide koperasyonê û baldariya ji bo sûdên giştî. 

Ger FairCoinên te hebin, tu dikarî berhemên ciyewaz bikirrî û xizmetên ser internetê di FairMarket de bibînî anjî di nava dukkanên ku FairCoin dipejirînin de bigerî û weku tiştek yê peredayînê di gelek welatan de li seraserê cîhanê ev dibe, serdena rêberiya me ya Use-FairCoin ango FairCoin-Bikarbîne bike.

Gava em hinek nimûneyên taybet bidin, bi FairCoin tu dikarî li Yewnanîstanê seyareyek kehrebayî kirê bigrî, ku bi heman awayî tu dikarî xizmetên porjêkirinî û dîzaynên navxweyî bi dest bînî. Li Barselona tu dikarî pisiklêtek ya kehrebayî bikirrî, li hinek cihên kêm yên Tarragona de rûnî anjî torek bi botên seyranî bavêjî li Costa Daurada (hemî li Katalonyane). Herwuha dikarî biçî pijîşkê didan li A Coruna (İspanya) û mesajên Abhyanga yên laş bigrî li Murciya (İspanya) anjî bêhndanek di navenda Londonê de (Qraltiyên Yekgirtî) bikî. 

Li gel berhemên xwarinê, ku pêşketina aboriyên nodên cuda cuda pêşdixe, û hunerên dest yên ji her cûreyî, kirrînên kolektîv hene ku bazirganiya dadmend zêde dike (hwd. Café Justicia, li Guatemala) herwuha xizmetguzariyên 3D yên weşandinê-printkirinê hene, wergera bo gelek zimanan, wênegiriya pisporî, web pêkhêrên toran, tu dikarî nivîsên dîwaran li ser seyareya xwe binivîsî, beşdarî rojnameyên Portekîzî MAPA bibî….

Ger tu hunermend anjî hunerhezek bî, bi FairCoinên xwe tu dikarî pere bidî û di Foruma Nîşandana Huneran de cih bigrî, ku di kilîseyekê kevn ya bi navê St. Erme (Franse) ye anjî berhemek hunerî yê resen bikirrî ku yê Leonardo da Banksy li Gibraltarê.    

Kirêgirtina apartmanek biçûk li Liechtenstein, di B’n’B de mayîn li Romanya, anjî li Sierra de Teruel (İspanya) nimuneyên din yên pêşniyarên vê aboriya nû ku piştî 3 salan û hirve derketiye û mezin buye. Em hêvî dikin ku, ne di demek wusa dirêj de, emê bikaribin ji vê sîstema diravê fiatê serbixwe bibin, ku em nikarin wê kontrol bikin û ew bes xizmeta yên çewisîner, dabeşker dike û me weku civak dide lawaz kirin. Ji milê din ve, FairCoin, nîşan dide ka çawa ger em yekgirtî bin, em di dawî de dikarin li dijber vê sîstema heyî serî hildin ku ji berê sedsalan ve li ser me hatiye ferz kirin. Ew dixwazin em bawer bikin ku ew têk naçin lê em bi zelalî dizanin ku hêza wan ya dawî ji me hatiye honandin û ger em dubare hêzê paşve bigrin, em dikarin xwe azad bikin.   

Ji ber vê, piştî sê salên xebatek giran, em dikarin bi FairCoinên xwe tiştan bikin. Û ev bes destpêke.

 

Kampanya Daşikandina 20% 

Ji bo serkeftinên FairCoop yên di FairCoinê de pîroz bikî, xwe gihandina wê ya bi nirxê 1:1 li gel euro, FairMarket bo yekem car pêşniyara daşikandinê daye destpê kirin.

Em bangewaziya bazirganên xwe dikin beşdar bibin û piştgirî bidin 20% ya daşikandinên me ji bo ku em dubare paşde bidin ekosîstemê, û herkesê ku beşdarê aboriya dadmend bûye, ku parçeyekin ji ya me hemîyan bi hevdu re bi mezinbûnek sabît di nirxê wê de bi serxistiye bi direjahiya van şeş mehên dawî. 

Ji bo kesên destpêker, ev derfeteke hewl bidin û FairCoin ji bo bazirganîkirinê bikarbînin, lê bi bingehîn ev delîlek yê hevkariyê û piştgiriyê ye ji bo ekosîstema me û hemî mirovên ku beşdar bûne. Ev nîşanek ya aboriyek alternatîv û dadmende ku em ava dikin.

FAIRCOIN IS BASED ON PROVEN BLOCKCHAIN TECHNOLOGY. SAFE KEEPING, USE AND MARKET VALUE REMAIN YOUR OWN RISK.
Imprint & Contact | Privacy | Logos, Posters and Stickers | Brochures | Presentation Slides | White Paper | CMS Login

To top