Coin'ê dostê ekolojî jibo ekonomîyek adîl

Erkê me

Avakirina pereyek sabît, cîhanî û duruste. Armanca me ji bingeh ve afirandina sîstemek aborî ya glokal ya guherînbare bi mebesta çêkirina alternatîvê û modela post-kapîtalîst, sazkirina rêyek ber bi guhertinek kolektîv veye ji bona jiyanek li ser bingehê nirxên giştî-hevpar. FairCoin malê me yê pevguhertinê ye. Biryara nirxê wê ji aliyê civatê ve tê dayîn û ticar nirxê wê kêm nabe. Proseya şoreşa FairCoin ya domdar tevkariyê li dabeşkirina serwetê di nava civata bikartîne de dike. Hevkarî, etîk-ehlaq, piştgirî û rewşenbîrî faktorên kilîlin ji bona em sîstemek rastîn ya dadmend bo herkesê biafirînin. Pêşketin û bikaranîna amêrên dijîtal yên piralî (global) û torên herêmî (deverî) ji bona serkeftina me girîngin.

Diravê ji bona %99

Taybetmendiyên FairCoin

Bi piştgirîya FairCoop, FairCoin nirxê dadmend yê pevguhertinê di asta cîhanî de cih bi cih dike. Însiyatîva me ya Proof-of-Cooperation (PoC) ya mekanîzmeya blockchain yekane lihevhatina algorîtmeyê ye ku ji bona FairCoin hatiye pêşxistin. Ew kêmtir enerjiyê dimezêxe ji blockchainên din lê herwuha xebitînek leztir pêktîne. Em serbilindin ku FairCoin niha pereyê dijîtal yê herî jîngehî-ekolojîk û herî zû baş dibe ye.  

 

Ekolojîkî
Hêzek gelek kêm ji bona kontrola xebitandinê 

 Ewlehî 
Bi koperatîvî nodên hatine pejirandine (CVNs, Bibîne FAQs)

Lez
Pejirandina xebitînan her sê deqeyan carekê 

Ehlaqî
Piştgirî dide nirxên bazirganiyek dadmend

Bihêz
Ji koperatîvên li seranserê cîhanê piştigiriyek bihêz û mezin digre

Mezinbûna bi kontrolî
Nirxê fermî 1 FAİR = 1,20 Euro ye (temaşeyê stratejiya me ya adopteya nirxê ‘hêdî’ bike)

Zindî
Civatek bihêz bi hevkariyek zindî ya ser internetê û civînên rêkûpêk yên nodên herêmî 

Demokratîk

Biryarên stratejîk di civînên mehane de têne girtin

                                                                   

Beşdarî bizava FairCoop bibe

FairCoin weku malek yê pevguhertinê bikarbîne. Di dukkana xwe de FairCoin bipejirîne, piştgiriya bazirganiya xwe ya herêmî bike anjî FairCoin di FairMarket online de bikarbîne. Em bi domdarî li mirovên kêrhatî digerin ku dixwazin di pêşdebirina vê bizava spehî de bibin alîkar. Beşdarî me bibe di gruba me ya bi navê ‘Ask Anything’ (Her tiştê bipirse) de anjî di Forum FairCoop de û bi rasterast li gel me bikeve di peywendiyan de. Herkesek bi zêhniyetek proaktîv be û xweyî giyanek baş be gelek bi xêr bêt.

 

Meet us

 

Bi hêsanî li vir FairCoin
bikkire û alîkarî bide bo fonkirina
projeyên FairCoopê û bazirganên wê.

get FairCoin 

 

 

Serdana cihêmarketa FairCoopê
bike bo kirrîna malan bi rêya
FairCoin online.

FairMarket

Nexşeya nod û bazirganên
FairCoinê li gelek welatên
ji seranserê cîhanê.

use FairCoin

Blockchainek ya rizgarkirina-enerjiyê ji bona pereyek dadmend

FairCoin li ser bingehê teknolojiyek blockchain ya nûye, ku di Hezîrana 2017’an de hatiye guhertin ji protokola ‘Proof-of-Stake’ ber bi mekanîzmeya ‘Proof-of-Cooperation (PoC) ve. Pereyê me nebes kêm enerjiyê pêşbînî dike û hewuha xebîtînek leztir jî pêktîne, lê pênaseya astên teqez yên baweriyê û nirxên demokratîk dike heta li ser bingehên teknîkî jî. Li vê derê hûn Rûpelên Spî (White Papers) dibînin û agahiyên zêdetir di derbarê PoC û projeyên me yên FairChains dibînin.


White Paper & PoC

Em bi lihevhatinê têne rêvebirin 

 

Di meclîsên vekirî de, civat biryar dide ka çawa xwe bigehîne serkeftinên me. Herkes dikare beşdar bibe û pêşniyaran bike bo pêşketinê, guhertinê, anjî projeyên li ser kar bike. Dema pêşniyarek bi lihevhatinê di raya civatê re derbaz bû kesên pêşniyarker û gruba xebatê yaku peywendîdar wê bikevin di tevgerê de. Bi vê rêyê em herdu civînên zindî yên cîhanî û civînên nodên herêmî yên fizîkî pêktînin.  

 

 

FairCoop

Bloga Me

FAIRCOIN IS BASED ON PROVEN BLOCKCHAIN TECHNOLOGY. SAFE KEEPING, USE AND MARKET VALUE REMAIN YOUR OWN RISK.
Imprint & Contact | Privacy | Logos, Posters and Stickers | Brochures | Presentation Slides | White Paper | CMS Login

To top