Salvegera çaremîn ya FairCoop’ê nêzîk dibe û em we vedixwînîn ji bo hun bi me re pîroz bikin

faircoop 4 aniversary

Duşema bê, ji dema FairCoop dest bi rêwîtiya xwe kirî û vir ve wê bibe çar sal. Dema em bifikirin, tevgerek wisa dilxwaz ji aliyê mirovên heterojen ve tê berdewam kirin, hemû astengên li pêşiya xwe derbaz dike û berbi avakirina qadek sosyo-ekonomîk ya alternatîfa kapîtalîzmê ve pêşde diçe, em wê bizanin ev sedemek mezine jibo pîroz kirinê. Ev senaryoyek wisane kû em dikarên di hindirê wê de hemû potansiyelên xwe pêşbixin û li ser hîma hevkariyê jiyanek bextewar û birûmet jiyan bikin. Em di hindirê vê de ne.
Herwiha ev bû deh sal kû Enric Duran, danerê FairCoop'ê, ji bo  gelemperî kirina qasiyek zê de pereyê ji banka yan derxistî azadiya xwe xistiye metirsiyê. Armanca wî ew bû kû vî pereyî bixe xizmeta projeyên di çarçova heman  nirxên em diparêz de hatine pêşxistin. Mebesta vê diyarkirina xapandina pereyê fiat, rureş kirina sîstemek ekonomîk kû jêderên gerekstêrkê tune dike  û destek dayîna avakirina alternatîfa vê ye. Ji bo agahiyên hîn zêdetir, li vir tik bike (Îngîzî û Katalanî).
Her wiha, em piştgiriyek girîng didin qada xwe ya Perwerdeyê û ji niha pêve em wê di platforma online ya GCAS (Navenda Global ji bo Lêkolînên Pêşketî) de bibin xwedî cihekî. Em dikarin di vî cihî de, ji bo sudgirtina ji aqilê hevpar û  bi armanca avakirina cîhanek hîn baştir jibo me hemuya  zanînan parvebikin. Dibistana FairCoop'ê pêşketinek dine jibo pîrozkirinê û ev ew cihe kû em dixwazin we vexwînîn da hûn jî bi tevlîbuna xwe vê roja taybet  bi me re parve bikin.
Çalakî wê ji dû beşa û  bi Inglîzî pêk bê û wê jibo tevlî bûna her kesê bixwaze ji nêzîk ve me nas bike û çawaniya karkirina me bizanibe, vekiriye:

     10.00h-13.00h CET

     20.00h-23.00h CET

Ger hun bixwazin beşdar bibin, vê carê pêwîstiya  we bi tomar kirina  li GCAS' ê nîne. Ger we li ser kombûna hun  dixwazin  beşdar bibin tik kir û  we fermanên barkirina navgîna pêwîst jibo tevlîbuna civînê şopand, ev têrê dike. Ev wê zêde dirêj neke û dema hûn li rasta her pirsgirêkekê hatin, hun dikarin  ji bo alîkarî girtinê  di Telegram'ê de  bi @encosianima bi kevin nava peywendiyê.

Her dû kombûn jî,  wê  bi navbeynkariya Enric Duran bê dest pê kirin. Ew, wê li ser derbazdariya çalakiya xwe ya fînansî bi axive û wê bersiva her pirsekê girêdayî wê mijarê  yan jî girêdayî her çar salên FairCoop' ê bide.   herwiha, beşdarên  ciyewaz yên FairCoop'ê, ji hêjmarek berfireh yê nodên herêmî ji çar aliyên Cîhan'ê, wê  tecrûbeyên xwe yên di ekosîstema FairCoop' ê de şîrove bikin.
 

Li bîra xwe bînin  me  Duşem'ê hevdîtinek heye. Ji bo pîroz kirin û parve kirinê pir tişt hene!

Spasiyek mezin jibo wan hemû  kesên, her roj vê pêkan kirine.

 

Dema em li benda hatina çalakiyê dimînin, demê xwe bi vê vîdeoya danasînê xweş derbaz bikin.

FAIRCOIN IS BASED ON PROVEN BLOCKCHAIN TECHNOLOGY. SAFE KEEPING, USE AND MARKET VALUE REMAIN YOUR OWN RISK.
Imprint & Contact | Privacy | Logos, Posters and Stickers | Brochures | Presentation Slides | White Paper | CMS Login

To top