Çêroka Me

Yekem bedena koperatîva yekpare (integral) di sala 2010’an de li Kataloniya bû, wê demê em desteyek biçûk ya çalakvanan bûn, lê di astek baş de dilniyabûna me ya xwe rêxistinkirinê ya bi tevayîya jiyana xwe hebû, tenê bi hevbeşiya rasterast û demokrasiya ne hîyerarşîke evê pêkhatiba. Ev ezmûna biçûk di demek zû de bû kulmek ya destpêkirina bizavek mezintir û îlham da bi hezaran kesan baweriya wan di rêya hevafirandina cîhana em xeyal dikin de bi ‘şoreşa integral-yekpare’ bêt.  

Bi fêrbûna ji ezmûnên pêştir yên li seraserê cîhanê ber bi domdariyek mezintir ve, xwe rêvebirin, permakultur û sîstema diravên xweser yên alternatîv, modela koperatîvên integral hat pêşxistin.

Pêngav bi pêngav, me dît em dikarin serbixwetiya xwe ya li ser dezgehên mezin, sîstema banqevanî û yasayên ne dadmend yên dewletê qut bikin.  

Ji aliyekê ve teknolojiya nû gengaz dikir ku afirandina torên serbixwe dikarin pêkbên ku girêdayîna wan bi civakê re dûrin, ji aliyê din ve, û bi amêrên ji bo xwe rêveberî têne tîmarkirin gengaze sîstemek aborî ya ne navendî û xweser bê avakirin. Diravên civakî yek ji yên bingehîne (LETS), di nava agahiyên serbest têne embar kirin de û tê wateya afirandinek kolektîv ya ji bo giştî.   

Di astenga qeyrana sala 2008’an de şoreş bilind bû û Bitcoin derket holê. Dîroka fînansî bi radîkalî guherî. Dîsa desteyek biçûk ya çalakgeran bûn ku ji ezmûna xwe ya CIC, ji torên P2P û pêşxerên astengan, ji nûve nêrînan pêşxistin li ser gelo ev dikare çawa amadekariya pêngavek ber bi çareseriya cîhanî ya temamker ve bavêje. 

Di îlona 2014’an de FairCoop ji dayîk bû û giha asta bizava cîhanî ya îro, herwuha hêz dide mirovan di her parzemînek de. Xweyîderketina li diravêkrîpto FairCoin firehiyek nû da têgiha diravê civakî û afirandina li pey wê ku em dikarin weku şahberhema wê bibînin, Delîla Koperasyonê-Hevkariyê ye, wê xist rewşek mukemel. 

Yekem pêvajo ew bû ku pitir li ser pêşketina amêran raweste, sexlemkirina desteyek mirovên cudakirî çêbibe û avakirina yekem noden herêmî (ku ev bîrdoz bû rastiyek fizîkî) pêkhat.

Di heman dema reşandina tov de şitlên wê jî belav bûn. FairMarket destpêkir pitir û pitir pêşniyarên xizmetguzariyê û berheman girt nava xwe, bi kirrîna FairCoinê re ev hemî ketin berdestan. Her kû ço pitir mirov tevlî Faircoinê bûn. Qenalên ragihandinê heroj dengên nû diwergirt nava xwe. Bi cihgirtina di asta jor de, pitir mirovên ji beşên cuda yên cîhanê peywendî çêkirin ji bo ku nodên nû yên herêmî ava bikin. Bi hezaran kartên (kartên dayîna diravê dadmend) FairPay  hatin dabeş kirin. Banqa Hevbeşan êdî bû rastîyek.  

Nirxê FairCoin bi israr bilind bû li gel biryarên li ser bingeha lihevkirinê yên di meclîsên cîhanî de, ku eniya makroekonomîk dixistin di nava hesab de pêşket. Pêşveçona wê ya bi euro re yeksanbûnê delîla rastiya rêbertiya polîtîkaya FairConê radixe li berçavan, bi motto ya wê ya ‘hêdî lê bi sexlemî pêşbirkê serdixe’ çêbû.  

Piştî pêvajoyek dem herku ev tor mezin bû, nirx pitir bi reftara çavdêrîyek bi plansazî ji diravên dijîtal yên din mezintir dibû, dema weku dersek ya pratîkî ji bo hemî bizavên li herderê re xizmet dikir bi hêza amêrên nû ku ji avahîsaziyên kevn yên koperatîvan hatine tedawîkirin, ji bo radîkalîzmê rojane û nujen bike bo sedsala 21 xwe rêkxist. Em dikarin bi temaşekirina statîstîkan re vê bibînin, û divê em bi xwe bawer bin dema em hemî mejiyê xwe dixin yek û bi hevdu re dixebitînin.

Ev pêşketina ber bi nirxek yeksan bi euro re, beşa binirx ya di dîroka FairCoopê de nîşan dide cîhan çiqas bihêze û bizavên ji kok yên xwe rêveber dikarin serkeftî bin her dema ku hevkariya ji bo armancên giştî hebe. Wek projeyek ji bo diravek ehlaqî û dadmend ev kêlîyek sembolîke. Me destpê kir em dilniya bikin hêza me ya ji bo encamên pratîk,  ku bi têgihiştinek mejî vekirî û hevkariyek kolektîv ya ciddî, em dikarin ji polîtîkavanên milyoner, burokrat û rêveberên roja îro modelek baştir ya civakê biafirînin.  

Û me hema nû destpê kiriye… Hêjta gelek tiştên bêne kirin hene, lê em li ser linganin ji bo ser rakirinê. 

FAIRCOIN IS BASED ON PROVEN BLOCKCHAIN TECHNOLOGY. SAFE KEEPING, USE AND MARKET VALUE REMAIN YOUR OWN RISK.
Imprint & Contact | Privacy | Logos, Posters and Stickers | Brochures | Presentation Slides | White Paper | CMS Login

To top