1:1 FairCoop Bilin Dibe

Bizava Post Kapîtalîst (Pişt Kapîtalîst) bi rêyek ya entegre bi xurtî mezintir dibe, cîhanî dibe. Bi serbixwe ji biryardanên dezgehên navendî, daxuyaniyên rêxistinên hiyerarşîk, bi pêlên spekulasyonên marketan û bizava bingehîn ya gomanbariyê, em di rêyek bilind û biriqdar de bihêz dibin. 

Sê salên tejî yên bizava koperatîvê buye sedem ku amêrên civakî û aborî bibin rastiyek, ev yek gihaye xalek wusan ku herkes yê ku internet hebe dikare bibe xweser di jîngeha xwe ya herêmî de, bêku çand, rewşa polîtîk, çewisandina aborî anjî sepandinên legal jêre bibe asteng, û ew dibe beşek yê aboriya dadmend ya nû. 

Sê salan bi FairCoopê, desteyek çalakvanên koperatîvê enerjiya xwe ji bo avakirina amêrên afirandkar û çareseriyê mezaxtin ji bo mirov bikaribin bibin xweyî bijardeya alternatîv ya pratîkî û rastîn: mînak, ewane romanek diafirînin, serbixwe ye û aboriyek dadmend ya bi alîkariya diravek krîpto yên antî spekulatîv ya yekgirtî heye: FairCoin. Bi vê rêyê, FairCoop û avahîsaziya wê amêran diafirînin bi armanca ku hêdî hêdî xwe ji bin destê dewlet û kapîtalê rizgar bike, planek rasteqîn ya veguhêz pêşniyar dike li cihê ku xwe li ser retorîkek vala bide rûniştandin anjî rewşenbîrîyek nediyar. Ev projeyek avakere û rolek girîng pêktîne, wek plansaziyek rastî ya radîkalizma roja îro ye ji bo alîkariya mirovan, kolektîvan anjî herêman bikin ku bi wan bide têgihandin pêwîstiya wan bi bûrokrasiya dewletê, partiyên polîtîk anjî dezgehên aborî yên nekesî nîne. 

Divê em têbigehin ku em ne bes bi qeyranek fînansî ya derbaz dibe re rû bi rû ne lê ne entegrebûnek ya sîstemî heye, em di ferqê de ne ku xewna ne rastî û utupiya ewe ku  berhevkirina kapîtalîst bê dawî ye, wek hêzek ya hatî sazkirin israr dike ku di vê kendalê de xwe bavêje, bi înadek mezin israr dike bê wekhevî mezin bibe û mezaxtinek bêdawî ya çavkaniyan çêbike. 

Li beramberê vê em, gelek zelal bibînin pêşniyara rasteqîn jiyanek aboriya xwe rêveber ya li ser koka xwe hişîn dibe, jîngeh-heval, û yekpare ye. Bi gotinên din, divê em bi awayek karhênerî bibin xweser ji sîstema aboriya niha heyî, ji bo em bikaribin jîngehek jîndar ji nifşên dahatû û civakek karhêner re bihêlin. Niha me êdî kariye em gazindan ji sîstema zordar ya heyî nekin û me destpêkiriye enerjiya xwe ji bo avakirina alternatîvên li gor nirxên xwe bikin.

FAIRCOIN IS BASED ON PROVEN BLOCKCHAIN TECHNOLOGY. SAFE KEEPING, USE AND MARKET VALUE REMAIN YOUR OWN RISK.
Imprint & Contact | Privacy | Logos, Posters and Stickers | Brochures | Presentation Slides | White Paper | CMS Login

To top