Yek ji tişta herî giştî ya FairCoinê, ku bi neheqî bê bihîstin, ewe ku dibêjin divê mirovên radîkal bi ti rêyekê nekevin nava pere de. Ev kişandina nava guftûgoyek sere sereye, lê bi neheq kesek dibîne heman veqetîna nerênî xwe bi nerastiyên xwe ve dide betal kirin: wek em dibînin, di cîhana roja îro de em hemî têne neçarkirin ku bes euro bikarbînin jibo nirxên xwe veguhêzin – ev rêya herî hêsaniye ku îdîayek weha dramatîk pê vale derbixî, ev dikarî bi nîşandana wê çendê çêbibe ku sîstema monokultûrî ya heyî kêmahiya wê heye ku nexweyî wê kêrhatinê ye bi rêzeguhertinan re serûder bibe di dema pêwîst de, ku bi şemaya ‘ya-anjî’ ya niha û kêlîyê re nagunce. Rêyek ku mirov heman rexneyê biceribîne ewe ku, divê li derbazbûya wê ya dîrokî temaşe bikî, û bi vê rêyê wê vale derbixî.
Bi vî awayî di rexneyek heman de wusa hesab dikin ku rastiyên bêdawî derbazdar hene, wek çawa radîkalîzm wate dike anjî belî dike. Hêj berevajiyê wê, yekem sosyalîstên utopyayî, wek Owen û St. Simon, rasterast bi rêxistinkirina amêrên kolektîv re mijul bûne û civaka nû bi koperatîvên aboriyê xêz kirine; wek yekem tişta Proudhon pêve peywendîdar bûye rêxistinkirina banqek wekhevîkar bû ku wê amadekariya bazinek hêsankarî ya krediyan ba ji bo karker û cotkarên hejar. Evane ji ramanên kevin gelek dûrin; di rastî de, evane amadekariya amêrên bingehîn yê tişta ku piştre wek ‘bizavên karkeran’ tên bi navkirin bû, ku herdem xweyî beşên bihêz yên koperatîv û afirandina alternatîvên aborî yên sîstema berbiçav bûn.
Ev dîsa di dîroka îspanya de tê dîtin ku di şoreşa 1936’an de çêbûbû, ku di wê derê de cudabûnek zelal di navbera koperatîv û xebata polîtîk ya afirandina cîhanek nû û dadmend de nebû. Bi vî awayî ji fêrbûnek kurt ya dîrokê, em dibînin ku heman ferqîdîtinî ji aliyê vê rexneya bi zêdehî dualist ve hatiye pêşhikum kirin, di rastî de di demên pratîkî de di şoreşên borî de pêknehatine. Di astek wêdetir de mirov dikare bi dîrokî analîz bike bingeha rexneyek weha û armanca wê ku heman veqetîn û negirêdanî di navbera wate û dawîyê de, herwuha ya xwastek û amêrên pêwîste bêne serxistin de heye, di rastî de berhemek yê civaka me ya postmoderne, ku ev bi zelalî dakêşînê, jihevketinê û civaka fermî ya hatî fînansekirin çêdike, daxwazek berfireh ya ji bo guhertinê, hêjta kêmahiya pêşniyar û bernameyên zelal ji bo guhertina cîhanê heye, li rexmê binkeftina guhertinên civakî yên radîkal yên modelên borî, weke ku lengereke di lênêrîna Dewletê de ye.
Bi giştî girêdaye bi pirsa bi şax ya ‘gelo çawa cîhana niha biguherî’ ve ye: lê evên ku di raborî de bawerkirine ku ev wê bibe projeyek dem dirêj, û kesek bêje, ev taybetmendiyek pêngav pêngavî ye, bi pêşketinên herî baş yên kêliyê ve dagirtiye; bi peyvek din, divê pêşketin weku tiştekî ya bi taybetmendiya ‘hevahengiya xaldanînê’ hatibe pênasekirin. Ev tê wateya tawîzên neçarî bi cîhana objektîv re heye, hêjta biryardariya dibêje heman tawîzdayîn wê parçeyek pêngava guhertina vê cîhanê be heye, û bi vî dihesibîne ku wê bibe rêzepêngav, qet yek ji wana ne xweyî taybetmendiyên temam bun, lê di rê û berek rast de diçûn, wesa dizanîn ku wê di dawî de pêşengtiya formek bilindtir ya pêşketina civakî bikiriban.